NûçeRojhilatanavinSûriye

Serdestiya artêşa Sûriyê ser sedî 98 parêzgeha Derayê

Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan a ser bi dijberên Sûriyê îro şemiyê raghand: Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê sedî 98`ê parêzgeha Derayê xistine bin kontrola xwe.

 Artêşê û hêzn gelanî yên Sûriyê, 13 Tîrmehê bajarê giring û stratejîk ê Derayê navenda parêzgeha  Derayê tam azad kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan bal kişand ser dewama pêşdeçûnên artêşa Sûriyê li navça  Hewz Yeremokê li bakurê rojava  Derayê û raghand: Tenê sedî dudiyê erdên  parêzgeha  Derayê di destê komên  terorîstî yên DAIŞê de mane.

Her wiha hêzêzn artêşa Sûriyê di dewama paqijkirinên  gundan û bajarokên  azadbûyî li derdora  bakurê rojava  Derayê, meqereke koma  kumsipiyan li nav bajarokê Sehm El-Cewlanê peyda kirin û ku têde maynên  li dijî zirixê û kelûmelên  cengê bû.

Koma nasyar bi Kumsipiyan di meha Adara sala 2013` an bi alîkariyên malî yên Ameîka û Brîtanyayê li Tirkiyê hat damezirandin. Xebata vê komê vê komê li navçeyên bin kontrola komên têrorîst de ne.

Pirniya  belgeyên  keşfbûyî ji aliyê artêşa  Sûriyê li navçên azadbûyî ji lepên terorîzmê li vî welatî nîşan didin ku endamên koma terorîstî ya kumsipiyan, pêvajoya xebitandina  çekên kîmyawî li dijî xelkê sivîl ê sûrî ji aliyê Tehrîr Şamê pêk anîne.

Sana News`ê, jî li bara  vegryana  bi dehan malbatên  bajarokê Celînê li parêzgeha Derayê bo malên xwe piştî azadkirina  vî bajarokî û paqijkirina  tama  wê ji maynan û teqemeniyan ku ji aliyê terorîstan li navçên curbicur  hatine bicihkirin, agahî da.

Başa dön tuşu