EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên DAIŞê vedigerin Ewropayê

Serokê Departmana Tekoşîna Dijterorê ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Jean-Paul Laborde piştî hevdîtina bi rayedarên ewropî re di daxuyaniya xwe ya çapemenî de ragihand ku milîtanên DAIŞî ji herêmên şer vedigerin welatên Yekîtiya Ewropayê û di sala dawî de ev rêje ji sedî 33 zêde bûye. Ewropa îsal wê bi milîtan DAIŞê ku li Iraq û Sûriyeyê têk çûne rû bi rû bimîne.

Jean-Paul Laborde di berdewamiya axaftina xwe de got: “Milîtanên biyanî yên rêxistina terorîst a DAIŞê ku dixwazin vegerin Ewropayê ji yên berê talûkeketir in. Bi navgînî ev însan bi biryar, pispor û bikêrhatî ne.”

Laborde di dirêjiya axaftina xwe de got: “Digel astengiyên seyehetê jî muhtemelen gelek şervanên terorîst ku ji sînorê welatên Yekîtiya Ewropayê derbas bibin wê hebin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu