IraqNûçeRojhilatanavin

Serdestîya tam a hêzên iraqî li zîvala sînorî ya Iraq û Sûrîyê

Artêş û hêzên seferberîya gelanî ya Iraqê karîn kontrola zîvala sînorî ya Iraqê digel Sûrîyê tam bêxin destê xwe.

Ebû Elî Beserî fermandeyê opêrasyona hêzên Heşdi Şeibî îro bal kişand ser serdestîya hêzên iraqî li zîvala sînorî ya Iraqê digel Sûrîyê ku bakûra şarê Qaimê heta başûra Şingalê digire ber xwe û ragihand: Hêzên hanê çeper û baregehên xwe li zîvala sînorî bihêz û qahîm dikin.

Li gorî gotina El Beserî, opêrasyona li Cizîrê û Badîyê îro bi serdestîya tam a li zîvala sînorî ya Iraqê digel Sûrîyê kemilî.

Artêş û hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê duh basa opêrasyona berfire li deverên Cizîrê kiribûn.

Ji hêla din ve, çavkanîyên iraqî ragihandin ku maşîneke bombekirî li kolana El Etêba ya bajarê Tikrîtê navenda parêzgeha Selahedînê teqîya ku di encamê de nobedarek hat kuştinê.

Başa dön tuşu