NûçeRojhilatanavinSûriye

Serekê Tahrîr El Şamê Ebû Mûhammed El Cûlanî bi giranî birîndar bû

Berdevkê Wezareta Bergirî yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov daxuyand ku serekê rêxistina Tahrîr el Şam û serekê berê yê Fetih el Şamê (El Nûsra) Ebû Mûhammed El Cûlanî, ku Amerîkayê 10 milyon dolar xelat danîbû serê wî di êrîşeke Hêzên Hewayî yên Rûsî de bi giranî birîndar bû.

Konaşenkov ji bo rojnamegeran axivî û got, “Di encama êrîşa hewayî de serokê El Nûsrayê Ebû Mûhammed El Cûlanî bi giranî birîndar bû, destê xwe wenda kir û li gorî çavkaniyên serbixwe rewşa wî krîtîk e.”

Konaşenkov herwisa got di encama êrîşê de ligel 50 parastvanên Fetîh El Şamê, tevlî cîgirê Cûlanî yê herî nêzîk bi giştî 12 fermandarên qadê jî hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu