ÎranNûçeRojhilatanavin

Pasdarên inqilabê, emanetdarê islam û wilayetê û jibo têkoşerên bereya berxwedana islamî mînak in

Serokerkanê hêzên çekdarê ên Îranê li peyamekê bereberê salroja jidêbûna Îmam Hisên (S) û Roja Pasdaran, got: Pasdarên inqilabê, emanetdarê islam û wilayetê û jibo têkoşerên bereya berxwedana islamî mînak in.

Sibê 30`yê Nîsanê hevgavê 3`yê Şeibanê salroja jidêbûna hezretê Îmam hisên (S) sêyemîn îmamê şîeyên cîhanê û Roja Pasdaran e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, serdar serleşker pasdar Mihemed Baqêrî serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê bereberê Roja Pasdaran got: Pasdarên inqilaba islamî ji yekemîn sietên serketina inqilaba islamî li warê sekinîna vebirr li hemberî paşmayîyên rêjîma şah, alîyên dijî inqilabê û kirêgirtîyên zorbêjên cîhanî, 8 salên berevanîya pîroz û fitneyên din ên dijminên navnçeyî û navnetewî, hemaseyên ecêb pêk anîne û jibo hertimê yê jibo nifşên civaka islamî û inqilabî yên Îranê bibin mînak û rênîşander.

Serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê herwiha got: Pasdarên inqilaba islamî, niha derveyî sînorên Îranê jibo têkoşerên bereya berxwedana islamî bûne mînak û sedema şanazîyê jibo gelê Îranê li her derekî cîhana islamê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu