IraqNûçeRojhilatanavin

Sererkanê Iraqê cihê Bexdadî eşkere kir

Sererkanê Iraqê ragihand, operasyona rojavayê bajarê Mûsilê dê 3 hefteyên din jî vekişe û got; “Beriya meha Remezanê dê tevahiya rojavayê Mûsilê were kontrolkirin.”

Sererkanê Artêşa Iraqê Osman Xanimî diyar kir, hê 3 hefteyên din jî dê operasyona rojavayê Mûsilê berdewam bike û got; “Operasyonên rojavayê Mûsilê dê beriya Remezanê bidawî bibin. Hêzên me ji sedî 40ê Mûsila Kevin kontrol kirine. Tenê ji sedî 35ê Mûsilê di destê DAIŞê de ye. Niha bi giştî ji sedî 3.8ê xaka Iraqê di bin destê DAIŞê de maye.”

Derbarê Navenda Çaralî ya Rûsya, Iraq, Îran û Sûriyê de Xanimî daxuyand, ku vê hevpeymaniyê di şer û operasyonên li dijî DAIŞê de roleke giring lîstiye û bi rêya zanyariyên vê navendê pêgeh û çeperên DAIŞê hatine armanckirin.

Sererkanê Iraqê derbarê cihê xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî de got; “Zanyariyên îstîxbaratî dibêjin Bexdadî bi berdewamî di navbera sînorên Sûriye ûy Iraqê de hatinçûnê dike. Di vî sînorê de xwe diveşêre.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu