ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Sererkanê Şeytana mezin Amerîkayê Dunford li Erebîstana Amerikî yê

Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford ê ku hevdîtinên xwe yên li Erebîstana Siûdî berdewam dike, bi mîrnişînê welîaht ê duyem û Wezîrê Parastin ê Erebîstanê Siûdî Muhammed bin Selman bin Abdulaziz re civiya.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebîstana Siûdî SPAyê Dunford û bin Abbulaziz li Riyad a paytextê li hevdu civiyan û mijarên hevkariya di navbera Amerîka û Erebîstana Siûdî de û geşedanên li Rojhilata Navîn axivîn.

Di hevdîtinê de Wezîrê Parastinê Abdulazîz “Nîşana Mîrinişîn Abdulaziz” pêşkeeşî Sererkanê Amerîkayê Dunford kir. Her wiha Dunford bi Cîgirê Serokwezîrê Erebîstana Siûdî û Wezîrê Karên Navxweyî Dotmîrê Welîaht Muhammed bin Nayif re jî hevdîtin pêk anî.

Di wê hevdîtinê de jî li gel ewlehiya di navbera Erebîstana Siûdî û Amerîkayê û gelek mijarên din di derbarê riyên xurtkirin a koordînasyona hevakriyê û geşedanên de herêmê de nirxandin hatin kirin. Dunford ê ku li Koşka Yemame ya li Riyadê bi Mîrnişînê Erebîstana Siûdî Selman bin Abdulaziz re civiya mijarên hevkariyê û geşedanên li herêmê axivîbû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu