IraqNûçeRojhilatanavin

Serketina arêşa Iraqê li operasiyona azadkirina Felûcê

Li gor rapora Sky News’ê, Ebdulvehab El-Saidî qumandê operasiyona artêşa Iraqê li bajarê Felûcê li parêzgeha El-Enbarê sêşemê şev got: Me li Felûcê pêşketinên baş anîne dest û niha dixebitin ku kesên sivîl ji nav bajarê Felûcê derxwînin.

El-Saidî destnîşan kir; Hêzên artêşa Iraqê karayî û tecrobên xwe li operasiyona bajarê Remadiyê li rojavaya Iraqê bi başî nîşan dan û yekîneyên curbicur ên wekî yekîneya xebata dijî terorîzmê jî niha tucrubên wan ên baş hene.

Ji aliyê din ve, Ebû Mehdî El-Muhendis alîkarê serokê hêzên gelanî yên Iraqê jî duh sêşemê bal kişande ser birêketina vê hêzê ber bi navenda Felûcê û avahiyên dewletî û got: Bajarê Felûcê bi tamî ji aliyê artêşa Iraqê û hêzên gelanî va dorpêç bûye û hemî hêzên iraqî biryar dane ku terorîstan li nav vî bajarî bi tamî ji nav bibin.

Wî her wisa ragihand ku rewş bona derxistina xelkê sivîl ji nav vî bajarî amade bûye.

Eva 8 roj in ku operasiyona azadkirina bajarê Felûcê ji destê terorîstên DAIŞ’ê dest pê bûye û hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî ji bereyên bakûr, rojhilaat û başûrî pêşketinên zav anîne dest.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu