Serketina artêşa Sûriyê li Helebê li hember terorîstan
Hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li operasyoneke serketî hin navçên bajarê Helebê ji destê terorîstan azad kirin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya El-Alamê, artêşa Sûriyê navça Soq El-Ceyş û meydana Beîdînê li derdora Helebê ji destê terorîstan azad kirin.
Di eynî demê de hêzên sûrî meqerên grûpên terorîstî li navça El-Raşidînê rojava Helebê gullebaran kirin ku li encama vê operasyonê terorîstan gelek xisarên canî û malî dîtin.
Li navçên brojava Helebê jî hêzêzn artêşa Sûriyê karîn ku navça Erz El-Cebesê ji destê terorîstên Ceyş El-Fethê azad bikin.
Hevgavê bipêşdeçûn û serketinên artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman li derdora Helebê bi sedan kes ji xelkê navçên rojhilata Helebê ku di bin kontrola terorîstan in bi lidarxistina xwenîşandanê daxwaza dreketina grûpên çekdar û terorîstan ji van navçan kirin.
Roja şemiyê grûpên terorîstî bi gullevaêtina ber bi cimaeta ku dixwestin ji rojhilata Helebê derkevin hejmarek ji wan kuştin û bi dehan kes ji wan çend jin û zarok li encama vê êrişê birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)