NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina artêşa Sûriyê li rojhilata Şamê

Serketina artêşa Sûriyê li rojhilata şamê, hêvî û mirazên bi gengeşe yên piştgirên têrorîsmê pûç kirin.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji Şamê, artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman navçeyên rojhilata Şamê ku komên çete û têrorîst bi serkirdayetiya tekfîriyên Cebheya Nusreyê dagir kiribûn, paqij kirin.

Berdevkê artêşa Sûriyê li vî warî da got: Navçeya Karistanan li bakurê Coberê di heyama du rojên buhurî da bû goristana têrorîstan, bi sedan kes ji wan li vê deverê hatin kuştin û hêzên artêşê li halê radûkirina têrorîstên reviyayî li kûrahiya Coberê ne.

Tevî ku komên têrorîst û tekfîrî li şer û pevçûnên pênc rojên buhurî da hemî îmkanên xwe bi kar wergirtin; Lê netenê opêrasiyona wan a têketinê tûşî şikestê bû; Belkî hejmareke zêde ya wan li navçeya El Qabûnê bi tam ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê va hatin dorpêçkirin.

Şervanekî sûrî êrîşa vê dawiyê ya têrorîstên çekdar nîşana ehmeqiya têrorîstan da zanîn û got: Piştgirên têrorîstan ji bo ku armancên wan serê xwe bigirin, hazir in ku têrorîstan bidin ber kuştinê.

Wezareta karên derve ya Sûriyê jî li nameyekê ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ra tevî pêgiriya li ser viya ku destê saziyên sîxorî û istixbaratî yên Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyê wekî piştgirên sereke yên komên çete û têrorîst li van bûyeran heye, ragihand ku van sê welatan bi mebesta nearamkirina Şamê bi miliyonan dolar pere dane têrorîstan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu