LubnanNûçeRojhilatanavin

Serketina bereya berxwedanê bi bidestxistina 67 kursiyan ji 128 kursiyên parlemana Lubnanê

Wezîrê karên hundir ê Lubnanê encama hilbijartinên parlemana vî welatî û pêkhateya parlemana nûneran ku li gor wê 67 kes ji 128 nûnerên çûyî bo parlemanê ji Hizbullaha Lubnanê û hevpeymanên Hizbullaha Lubnanê ne, raghand.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, li gorî raghandina   Nîhad Maşnoq wezîrê karên hundir ê Lubnanê, hevalbendiya  tevgera Hizbulahê û tevgera Emelê bi 29 nûner, fraksiyona  Lubnana bi hêz ser bi Mîşêl EWn serokkomar, 29 nûner, tevgera El-Musteqbelê 20 nûner, partiay sosyalîst 9 nûner û partiyn din bi27 nûneran serketiyê lîsteyên  curbicure hilbijartinê li Lubnanê bûn.

Hêjayî gotinê ye  ku  li hilxêstina encama hilbiajrtinê,  navenda ewil a hilbiajrtina bakur(Emar) hatiye îstisnakirin lê li gorî encama hatî dest, li vê navendê du nûner ji tevgera neteweyî ya azad, çar nûner ji tevgera El-Musteqbelê û nûnerek jî El-Qewat El-Lubnaniye çûne parlemnaê.

Her wiha li gorî encama dawiyê li navenda hilbijartinê, ya Beqayê navendî, ji Hizbullah û hevpeymanên  wê du nûner, ji lîsteya  Lubnnana  bi hêz du nûner û ji lîsteya  tevgera El-Musteqbelê jî nûnerek çûn parlemanê.

Wezareta karên hundir a Lubnanê asta beşadriya  li vê hilbijartinê nêzîkî sedî 50 raghand. Seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştîyê Hizbullaha Lubnanê rojekê piştî hilbijartinê li axiftina xwe, vê hilbiajrtinê destkewtek mezin a neteweyî ji bo Lubnanê da zanîn.

Sed Herîrî duh li civîna rojnamevanîyê ya piştî hilbijartinên parlemanî yên welatê xwe mukur hat ku Bereya Al Mosteqbelê sêyekek (yek ji sêyê) kursîyên xwe li parlemanê ji dest dan û dîyar kir: Tişta ku me li hilbijartinan hesaba wê kiribû, bi dest neket û niha em pêrgî berbendên mezin hatine.

li vê hilbijartinê 583 berbijar li çarçîveya 77 lîsteyan xwe kandîd kiribûn ku 128 nûner dê biçine parlemana vî welatî.

Başa dön tuşu