Serketina hêza bejahiyê ya artêşa Îranê li yekim roja meşqa leşkerî ya Muhemed Resûlullah (S) ya 4
Yekim roja meşqa leşkerî ya Muhemed Resûlullah (S) ya 4 ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi serketin hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, emîr sertîpê dudiyan seyd Kemal Pêyemberî berdevkê meşqa leşkerî ya Muhemed Resûlullah (S) ya 4 ya hêza bejahiyê ya artêşa Îranê ku ji roja yekşemiyê ve li navça Çabuharê başûrê Îranê destpê bûye, got: Ji yekim qonaxên ev meşqa mezin cihanîna operasyona Hêlîburnê li navçeyeke berfireh ji peravên Mukranê heya mêhwerên başûrê rojhilata welêt bû.
Berdevkê meşqa leşkerî ya Muhemed Resûlullah (S) ya 4 got: Li yekim roja meşqa sêrojî ya Muhemed Resûlullah (S)4 tîpa hewayî ya hêza bejahiyê ya artêşa Îranê jî jibo pêkanîna operasyona bergiriyê bo du sietan ku ji hêla rê û mesafetê wexteke pir baş û pêkan e li mêhwerên gefê bi hevdengiya tam a biryargeha navçeyî cih hat û serketin bû.
Berdevkê meşqa leşkerî ya Muhemed Resûlullah (S)4 destnîşan kir: Li dewama vê meşqê ji ber hizûra grûpeke taybet a dijminê ferzî li navçê, operasyona îtileataî ji wan serdestiya îtileatî bi balefirên bêfirokevan, Cengal û hêzên xwecî û tîmên taybet cih hat û planên rawestana li ber terorîzmê jî cih hatin.
Emîr sertîpê didiyan Pêyemberî destnîşan kir: Armanca lidarxistina meşqa Muhemed Resûlullah (S) 4 qahîmkirin û hilêxistina druşma mêhwerî ya “ Ewlehiya mayînde û aşitiya mayînde li saya îqtidara berevaniyê û Yekitiya Îslamî ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).