NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina hêzên gelanî yên iraqî li bereya Tileferê

Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê du gund li başûra Teleferê li rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

 Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê (Heşdî Şeibî) îro gundê stratejîk ê Selam li başûra bajarê Teleferê azad kirin û dest bi paqijkirina wî kirin.

Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê herwiha gundê Turkmanîye li başûra Teleferê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Hêzên hanê dema azadkirina her du gundên li başûra Teleferê, bi dehan têrorîst kuştin.

Hêzên Heşdi Şeibî li mêhwera başûra Mûsilê jî giheştine 3 kîlomêtrîya vî şarî.

Di vî halî da, opêrasyona azadkirina deverên din ên rojhilata Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê ji hêla hêzên iraqî va didome û hêzên têkoşîna li hemberî têrorîsmê yên Iraqê taxên Qahire û Mesanê azad kirin û pêşdaçûna xwe ber bi taxên Selah û Emînê destpê kirine.

Eyad Rafid endamê Komela Hîva Sor a Iraqê jî duh ragihand ku zêde ji 3200 sivêln iraqî ji deverên curbicur ên Mûsilê revîn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu