NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina hêzên sûrî û hevalbendên wan di qonaxa duyem a opêrasyona mezin a Al Fecrê de

Hêzên sûrî û hevalbendên wan di roja yekem a qonaxa duyem a opêrasyona mezin a Al Fecrê de karîn nêzî 8 hezar kîlomêtirên çarkunc ji deverên beyar nasyar bi Çola Sûrîyê, ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê rizgar û paqij bikin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, artêşa Sûrîyê û hêzên hevalbendên vî welatî ji roja duşemê va opêrasyoneke berfire û asêkirinê ser navê Al Fecrê li devereke bi dirêjatîya 100 kîlomêtrî û kûratîya 80 kîlomêtrî li deverên beyar ên Sûrîyê destpê kirin.

Ev opêrasyona mêhwerên bakûra rojhilata çolê, Suweyda li başûr, balafirgeha leşkerî ya Sîn û sêrîyana Zaza li bakûra çola Sûrîyê digire ber xwe.

Sertîp Imad Iskender fermandeyê opêrasyona devera Suweydayê li bara mêhwera bakûra rojhilata Suweydayê got: Di encama vê opêrasyonê da ku 300 kîlomêtirên çarkunc li vê mêhwerê hatin azadkirinê, têkilîya koma têrorîst a DAIŞ`ê û Urdinê hat birrînê.

Wî tekez kir: Bi dû opêrasyona mezin a Al Fecrê, yê alûgureke mezin li başûra Sûrîyê biqewime û yê têrorîst li çola başûra vî welatî bên kokbirrkirinê.

Dorpêçkirin û paqijkirina vê deverê yê roleke girîng li teslîmbûna têrorstan li rojhilata Gûtê ku ketîye derdora Şamê hebe.

Li gorî ragihandina çavkanîyên meydanî, gellek têrorîst di encama opêrasyona mezin a Al Fecrê da hatine kuştinê ku Ehmed Ebdo serkirdeyekî koma têrorîst a DAIŞ`ê jî da nav wan da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu