ÎranNûçeRojhilatanavin

Serketina Îranê li gotûbêjên navokî encama hokarên navxweyî yên hêzê bû

Li gorî rapopra ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA’yê, cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê, seyd Ebas Iraqçî îro anku yekşemiyê, 29’ê Gulana 2016’an, got: Hêmanên hêzê ku bûn sebeba serketina gotûbêjên navokî di rastiyê da şiyanên leşkerî û parastinê yên Komara Islamî ya Îranê ne.

Iraqçî li dewama axaftina xwe da her viha got: Komara Islamî ya Îranê şiyaneneke parastina wisa bi dest xist ku tu welatekî nawêrî êrîşî ser Îranê bike.

Li gorî gotina cîgirê hiqûqî û navneteweyiya wezareta karên derve ya Îranê, şiyanên parastinê yên Îranê bi taybet mûşekên wê di rastiyê da şiyana herî mezin a parastinê û hêmana hêzdariyê bû ku hêviya dijminan ji êrîşa li ser Îranê pûç kir. Eger ewna bêhêvî nedibûn, bi hetim riya gotûbêjan nedibijartin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Dijminên me baweriya xwe bi şiyana Komara Islamî ya Îranê ji bo parastina xwe û bertek û bersiva li hemberî her cûre gefa leşkerî anîne.

Iraqçî bi bîr xist: Şiyanên gelê Îranê ji bo sekinîna li hemberî zext û boykotên aborî hêmana din a hêza welêt bû ku dijmin bêhêvî kirin û wan nekarî ji riya boykotan zextê bînin ser Îranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu