CîhanEwropaNûçe

Serketina lawaz a partiya serdest a Sosiyalîst di Hilbijartina Parlimanî ya Spanyayê da

Partiya serdest a Sosiyalîst a Spanyayê b rêbertiya Pêdêro Sançiz serokêwezîrê vî welatî bi wergirtina sedî 28ê dengan di Hilbijartina Parlimanî ya Spanyayê da bi ser ket.

Li gorî rapora IRNAyê, artiya serdest a Sosiyalîst a Spanyayê tevî ku di Hilbijartina Parlimanî ya Spanyayê da bi ser ket, lê nekarî pirraniya kursiyên parlimana vî welatî bi dest bixe.

Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan,  artiya serdest a Sosiyalîst a Spanyayê 123 kursî ji 350 kursyên parlimanê bi dest xistine.

Pêdêro Sançiz serokwezîrê Spanyayê neçar e ku bi partiyên din ra dewleta hevpeymaniyê damzirîne da ku herîkêm 176 kursiyên lazim ji 350 kursiyên parlimanê jibo dewama karê dewleta xwe bi dest bixe.

Rêberê Partiyê anku Podmos ji partiya çepgir  a tundrê derdem piştî ragihandina encamên hilbijartinê ragihand ku ewê bi paertiyên çepgir ra hevpeymaniyê pêk bînin.

Lê tevî vê yekê partiya Pêdêro Sançiz heta eger digel partya Podmos jî bibe hevpeyman,  tenê digihêje hejmara 165 kursiyan  ku têra damezirandina dewletê nake. D vî warî da Sançiz hewcetî bi 10 kursiyên serxwebûnxwazên Katalonyayê anku Partiya Neteweîxwaz a Baskê jibo bidestxistina pirraniya kursiyên parlimanê heye.

Hilbijartina Parlimanî ya Spanyayê duh anku Yekşemiyê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu