CîhanNûçe

Serketina Madoro li Hilbijartina Serokomartiyê li Vinêzoêlayê

Nîkolas Madoro bi wergirtina derdora sedî 68ê dengan li Hilbijartina Serokomartiyê li Vinêzoêlayê bi ser ket û bo heyameka şeşsalî ya din li vê postê ma.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya ajansa nûçeyana  Associated Pressê, Konseya Neteweyî ya Hilbijartinê ya Vinêzoêlayê ragihand: Sedî 67,7ê beşdarên li Hilbijartina Serokomartiyê li Vinêzoêlayê dengê xwe dane Nîkolas Madoro, serokomarê niha yê vî welatî.

Ev li halekî ye ku Hnrî Falkon, berendamê dijberê dewleta Vinêzoêalyê sedî 21,1ê dengan li Hilbijartina Serokomartiyê li Vinêzoêlayê bi dest xistiye.

Hilbijartina Serokomartiyê li Vinêzoêlayê roja Yekşemiyê bi beşdariya 20 miliyon û 500 hezar kes ji xwedanmercên beşdariyê li 14 hezar û 638 navendên dengwergirtinê hat lidarxistin.

Derdora 300 hezar hêzên çekdar û polîsan erka parastina ewlehiya Hilbijartina Serokomartiyê li Vinêzoêlayê girtibûn ser milê xwe û di rewşa amadetiyê.

Çar berendaman ji bo bidestxistina posta serokomartiya Vinêzoêlayê rikeberiya hevdu kirin, lê du berendamên sereke yên Hilbijartina Serokomartiyê li Vinêzoêlayê, Nîkolas Madoro û Hinrî Falkon bûn.

Heyama serokomartiyê li Vinêzoêlayê şeş sal e û dora nû ji Çileya sala 2019an va dest pê dibe.

Ji aliyên din va Alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Yekşemiyê bi şev di dewama siyasetên dijminane yên Waşîngtonê li dijî Vinêzoêlayê bi ragihandina vê yekê ku Waşîngton encamên Hilbijartina Serokomartiyê li Vinêzoêlayê bi fermî nas nake, got: Amerîka li halê hilkolandina sepandina boykotên nû li dijî Vinêzoêlayê ye.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Can Salîvan (John Sullivan) got: Waşîngton bi awayekî çalak li halê hilkolanduina sepandina boykotên niftî li dijî Vinêzoêlayê ye.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mayk Pompêo jî roja Yekşemiyê bi Twittekê îdia kir ku Hilbijartina Serokomartiyê li Vinêzoêlayê sexte û rûvekî ye.

Welatên rojavayî bi serokatiya Amerîkayê ji demek beriya niha va ev hilbijartin “Nerewa” dabûn zanîn û encamên wê xistibûn bin pirsan.

Ev li halekî ye ku Hilbijartina Serokomartiyê li Vinêzoêlayê di bin çavdêriya komeka zêrevanên derveyî hat lidarxistin û bi derbasbûna çend saetan ji lidarxistina wê, heta niha tu raporek li ser sextekariyê ji aliyê van çavdêran va nehatiye weşandinê.

Başa dön tuşu