IraqNûçeRojhilatanavin

Serketinên artêşa Iraqê dijî terorîstên DAIŞ`ê

Hêzên iraqî li du parêzgehên Diyale û Selahedînê pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê girtin û derbên giran li wan xistin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Udeyî El-Xedran qumandekî hêzên gelanî yên Iraqê got: Hêzên iraqî karîn pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser gundên sînorî yên parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê û Selahedînê li bakûra Iraqê bigrin û parek pir ji terorîstên DAIŞ`ê jî bikujin.

Udeyî El-Xedran destnîşan kir; Terorîstên DAIŞ`ê pê van êrişên xwe yên ser van cure gundan dil hebûn xelkê van navçên azadbûyî ji destê wan carek din bitirsînin.

Li gorî nûçeyên din ji parêzgeha Nêynewayê li nakûra Iraqê, hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî gundê Tel Ebteyê li rojavaya Mûsilê jî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Terorîstên DAIŞ`ê li vê navçê dil hebûn pê teqandina çend tirombîlên bombekirî pêşiya pêşveçûna artêş û hêzên gelanî yên Iraqê bigririn ku hêzên iraqî derbeyekî giran li wan xistin.

Hevçaxî kiryarên nemirovane yên grûpa terorîstî ya DAIş`ê li Mûsilê, Casim El-Caf wezîrê Koçberiyê yê Iraqê ragihand ku hejmara awareyên Nêynewayê gihêştiye 103 hezar kesî.

Wî got: Heta niha bi dehan hezar ji van awareyan li Hewlêr, Dihûk û Kekûkê bi cih bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu