ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Kirmaşanê, operasyoneke leşkerî di bin navê Îmamê Elî ji bo çar rojan li parêzgeha Kirmaşanê destpê kiriye

Li gor gotinên fermandarê navendî yê leşkerî yê ‘’Necefî Eşref’’ a sipaha pasdaran li Kirmaşanê, operasyoneke leşkerî di bin navê Îmamê Elî ji bo çar rojan li parêzgeha Kirmaşanê destpê kiriye.

Li gor raporta malpera Tesnîm fermandarê hêzên bejayî yê sipaha pasdaran a Necefî Eşref a Kirmaşanê lîwa Mihemed Nezîr Ezîmî di civîneke çapemiyê de ragehandiye; ‘’Ev operasyon ku duh 24.01.2017ê ve destpê kiriye, navenda wê parêzgeha Kirmaşane û çar rojan jî dê berdewam bike.’’

Herwaha got: ‘’Hêzên çekdar ên xatmulenya, binkeyê navendî yê sipa û hêzên bejayî yên sipaha pasdaran û çekdarên besîc ango cehş beşdarî operasyonê dibin û armanca vê operasyonê xwe amadekirina bo li hember egerên şer û êrîşên neyarê Îranê ye.’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu