NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketinên artêşa Sûriyê li rojhilata vî welatî

Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê baregehên koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeyên parêzgeha Hunsê dyane ber êrîşan.

Li gorî rapora IRIB News`ê, yekîneyek ji hêzên artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê roja çarşemiyê bi opêrasiyonekê karîn ku baregehên koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojhilata El Mehete El Rabiyeyê û derdora wê li rojhilata Humsê bidin ber êrîşan ku di encama wê da hejmareke têrorîstan hatin kuştin.

Rayedarekî leşkerî jî ragihand ku yekîneyek ji hêzên artêşa Sûriyê êrîşî ser navendên kombûna têrorîstên DAIŞ`ê li hin navçeyên Tedmura parêzgeha Humsê kirin û ziyanên giran ên malî li wan xistin.

Artêşa Sûriyê her wiha du erebeyên têrorîstên DAIŞ`ê li navçeya sêriya Tedmur-Xan El Menqûreyê ji nav birin.

Li vê opêrasiyonê 10 çete hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu