Serkirdeyê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li girava Xalidiyê hate girtin

Polîsê Iraqê îro çarşemê ragihand, Xayib Hemed El-Merqavî serkirdeyê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li girava Xalidiye çaxê xebata hêzên iraqî bona paqijkirina vê navçê ji destê terorîstan hate girtin.
Hêzên iraqî her wisa sê erebeyên bombekirî li derûdora bajarê El-Qeyarê teqandin.
Hêzên artêşa Iraqê duh sêşemê operasiyona ketina nav bajarê El-Qeyarê ji 4 aliyan va dest pê kirin û ketine taxa navendî ya bajarê El-Qeyarê.
Operasiyona artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî bona azadkirina Qeyarê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ku navçeyeke isteratijîk e, ji meha Hezîranê va dest pê bûye û li destpêkê hêzên iraqî karîn pêgehên isteratijîk li derûdora Qeyarê ji destê terorîstan azad bikin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)