ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serkonsolê Îranê li Silêmaniyê sefera wezîrê derve yê vî welatî bo Herêma Kurdistanê şirove kir

Serkonsolê Îranê li Silêmaniyê Sedullah Mesûdiyan li hevpeyvîna bi Kurdpressê re diyar kir ku hedefa girîng a sefera wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf bo Herêma Kurdistana Iraqê, gotûbêja bi rayedarên Herêmê û beşdariya li `Komcivîna Aborî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê` li Silêmaniyê ye.

Mesûdiyan herwiha got: Zerîf îro sefera Iraqê dike û li vê seferê de bi rayedarên hikûmeta navendî ya Iraqê re gotûbêj dike û paş diçe  5 bajarên Iraqê ku Îranê li wan bajaran konsolxana xwe heye yên wek Hewlêr û Silêmaniyê.

Mesûdiyan derheq sefera wezîrê derve yê Îranê bo Herêma Kurdistanê got: Wezîrê derve yê Îranê li Silêmaniye û Hewlêrê bi rayedarên dercebilind ên Herêmê û serokên partiyan re wê gotûbêjê bike û paşê ew ê beşdarî `Komcivîna mezin a Aborî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê` bibe . Ev Komcivîna bi beşdariya bi sedan ticarên ku bi Îranê re bazarganiyê û danûstandinê dikin yên bajarên bakura Iraqê yên wek bajarên parêzgehên Silêmaniyê, Nonewa, Enbar, Selahedîn, Hewlêr, Dihok û Kerkûk li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu