Serleşker Baqirî: Êdî kutahiya jiyana grûpên terorîstî gihêştiye

Serdar Serleşker Muhemed Baqirî serokerkanê giştî yê hêzên çekdare Îranê li dewama sefera xwe ya ji bo Sûriyê, seredana navçên operasiyonî yên parêzgehên Helebê û navçên dine vî welatî kir û li koma şervanên bereya berxwedanê û berevanên heremê got: Merca serketinên zav li hemberî dijminan û grûpên terorîstî, yekbûn û bi hevrabûna şervanên bereya berxwedanê û berevanên heremê ye.
Serdar Serleşker Muhemed Baqirî destnîşan kir; Baweriya bi serketina îlahî û xwebaweriya şervanên bereya berxwedanê derseke ji tecrubeya şervanên Komara îslamî ya Îranê li 8 sal berevaniya pîroz e.
Wî hîviyaxwe daye diyarkirin ku pêşketin û serketinên bereya berxwedanê ji ber mêrxasiya berevanên heremê bê domandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)