NûçeRojhilatanavinSûriye

Dema hilbijartinên Konseyên Bajêran ên Sûrîyê hat kivşkirin

Serokomarê Sûrîyê li daxûyanîyekê ragihand ku hilbijartinên konseyên bajêran wê di 16`ê Îlonê de bên lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), Bişar Esed serokomarê Sûrîyê îro ragihand ku 16`ê Îlonê wek roja lidarxistina hiilbijartinên Konseyên Bajêran hatîye dîyarkirinê.

Li gorî vê raporê, ev hilbijartin di rewşekê de tên lidarxistin ku artêşa Sûrîyê û hêzên Berxwedanê serketinên berbiçav li hemberî têrorîstan bi dest xistine bi awayî ku niha kêmtir ji sedî 18`ê axa vî welatî di bin dagirkerîya têrorîstan de maye.

Başa dön tuşu