ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Baqirî: Hêzên çekdar ên Îranê serdestiya tam li ser liv û tevgerên li navçê hene

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser îdia û gotinên dijî Îranê yên vê dawiyê yên hin welatên navçê û got: Gotinên bêbingeh ên van kesan nîşana paşdamayîna wan li gefxwarina li gelê Îranê ye.

Serdar serleşker Mihemed Hisên baqirî serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemiyê her wiha got: Hêzên çekdar ên Îranê hişyarî û serdestiya tam li ser liv û tevgerên navçeyê hene.

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi gotina viya ku ti dilgiraniyek ji hêla ewlehiyê va tine, her wiha got: Bi hewildana hêzên çekdar, Îran wekî berê wê rojên aram li pêşberî xwe de hebe.

Serokomar û wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha wezîrê karên derve yê Erebistanê bi hilêxistina îdiayên bê xîm û binyad û gotinên dijî Îranê, Têhran tawanbar kirine ku destê xwe li karên welatên navçeyê werdide.

Eva di rewşekê da ye ku qeyrana li Sûriye û Iraqê bi êrîşa berfire ya komên çete û têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Amerîka, Erebistan û Tirkiyê û hevpeymanên wan dest pêî bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu