ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Baqirî: Rola artêşa Îranê roleke pêşîlêgir li hemberî dijminan e

Serokê erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: “Rola Artêşê roleke pêşîlêgir li hemberî gefên dijminan û istikbara cîhanî ye“.

Serokê erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, serdar serleşker Mihemed Baqirî roja Şemiyê li merasima nasandina fermandarê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê, emîr serleşker Evdilrehîm Mûsewî, got: “Dijmin gihîştine vê encama têkûz ku êrîşa leşkerî li ser Îranê wê bibe sedema têkçûna wan a giran û wê gellek kes ji wan bên kuştin û ji ber vê yekê ye ku berê xwe dane şerên bi cîgirtî“.

Serokê erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê pêşdaçûna hêzên çekdar ên îranê zelal da zanîn û got: “Artêş û Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî du baskên bihêz li kêleka erkantiya giştî ya Hêêzn çekdar û hêzên ewlehkariyê li warê berevaniya ji Înqilaba Îslamî ya Îranê ne“.

Serokê erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: “Artêş û Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî ya Îranê dikarin hevdu bikemilînin û divê derfet û îmkanên van du hêzan di rêya iqtidara Îranê were bikaranîn“.

Fermandarê qedrgiran ê Gişt Hêzan, hezretê ayetullah Xamineyî roja 21`ê Tebaxa 2017`an bi hukmên cuda, emîr serleşker Etaullah Salihî wek dewsgirê Serokê erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û emîr serleşker seyid Evdilrehîm Mûsewî tevî jordabirinan pileya wî bo serleşkeriyê wek fermandarê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê tayîn kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu