ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Hatemî: Armanca Emerîkayê lihevxistina sînorên cuxrafiyayî yên navçeyê ye

Wezîrê berevaniyê yê Îranê bi raghandina vê yekê ku îro rojê du planên pir giringe cuxrafiyayî ji aliyê emerîkiyan li navçê li halê cihhatinê ye û got: Armanca wan lihevxistina sînorên cuxrafiyayî yên navçeyê ye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, serleşker Emîr Hatemî, roja pêncşemiyê li 13` mîn  kongira cuxrafiyyaî ya Îranê bi beşadriya  Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokkomar li Têhranê hûrgiliyên  du planên  Emerîkayê li navçê xistin rojevê.

Sertîp Hatemî li vê kongirê yek ji planên dijminan “ lihevxistina  sînorên cuxrafiyayî “raghand û got: Sîstema Sayks Pîkoyê , sîstemeke  li gor  zîhniyeta  rojavayî, firsendxwazî,  berjewendîxwazî û kolonyalîstî bû ku ser navçê hat sepandin.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku sîstema sepandî ya Emerîkayê li  navçê, rênivîseke nemaqûl,  paşdemayî, quldirane û tekcemserî bi serdestîxwziya Emerîkayê ye û destnîşan kir: Êş û kulên  xelkê navçê berhema van  bîr û hizr û nirxandinên şaş  ên wan e.

Hatemî, parvekrinên cuxrafiyayî ji planên din ên Emerîkayê li navçê  da zanîn û bal kişand  ser vê yekê ku  Komara Îslamî ya Îranê zêdetir ji 100 salan,  rastî pirsgirlkên  parvekirinên cuxrafiyayî yên kolonyalîstî bûye û got :Niha dijmin dixwezin ku hema vê riyê bişopînin ku bêguman şaş e û dê neghêje encamê û dê nebe sedema  ewlehiya li navçê.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku hin welatên navçê wer dizanin ku  li emerîkiyan nêzîltir in û  fikri dikin ku dê ji dûhatên  lihexistina sînoran ewleh bimînin û destnîşan kir: Dijmin ji bo cîxistina kedxwaziyê hevcedarê bûkkirina  welatên navçê ne û vî karî li çarçoveya  van planan dişopînin.

Başa dön tuşu