Serleşker Mihemedê Baqirî diçe Pakistanê
Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Serleşker Pasdar Mihemedê Baqirî û komek ji rayedarên pileberz ên leşkerî yên welêt li ser vexwendina Jinêral Qemercavîd Bacvah, fermandarê artêşa Pakistanê di rojên tê da dê here vî welatî.
Berfirehkirina hevkarî û danûstandinên berevaniyê yên navbera Têhran û Îslam Abadê, hevkariyên hevpar ên sînorî, têkoşîna dijî têrorîsmê û guhertinên navçeyî û cîhana îslamê ji mijarên gotûbêjên Serokê Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê digel rayedarên pakistanî ne.
Nirxandina lihevkirinên berevaniyê yên navbera Îran û Pakistanê di sefera sala bihurî ya Fermandarê Artêşa Pakistanê bo Têhranê ji mijarên din ên gotûbêjên Serleşker Baqirî û Jinêral Qemer Cavîd Bacvah hatiye ragihandin.
Karzanên siyasî û leşkerî li gorî guhertinên ewlehiyê li navçeyê û cîhana îslamê, sefera desteya pileberz a Erkantiya Gişt a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bo Pakistanê gellek binirx dinirxînin.