ÎranNûçeRojhilatanavin

DAIŞê piştgirî da xwepêşandanên li Îranê

Li gorî agahiyên ajansa îranî ya bi navê Tesnimê, ku dispêrê rojnameya DAIŞê ya bi navê En Nebeyê, hat ragihandin ku rêxistinê bi nivîsekê bal kişandiye ser xwepêşandanên li Îranê û got, “Tenê tişta ku rejîma Îranê ditirsîne, serhildan in.”

Rêxistina terorê ya DAIŞê di berdewamiya nivîsê de bangî xurtkirina xwepêşandanên li dijî hikûmeta Îranê kir û Şiî wekî rafizî bi nav kir û kuştina wan wekî ‘kuştina kafiran’ û tiştekî pêwîst nirxand.

DAIŞê di wê nivîsê de ev tişt gotin: “Ger bi îzna Xwedê ev xwepêşandanên li Îranê berdewam bikin, dibe ku Şiî bi tevahî ji holê rabe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu