NûçeRojhilatanavin

Teqînên têrorîstî yên li Bexdayê

Di encama teqînên têrorîstî yên li Bexdayê de 14 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a IRNAyê, wezareta karên hundur a Iraqê, roja sêşemiyê ragihand, di encama teqîna 2 bombeyan li bakûr û başûrê Bexdaya paytexta Iraqê, herî kêm 3 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî vê raporê di encama teqîna bombeyekê li navçeya El Dore ya li başûrê Bexdayê de, kesek hate kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Herwiha di encama teqîna bombeyeka din a li navçeya Tarimiye ya li bakûrê Iraqê de, 2 serbazên iraqî hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Hîn tu kes yan grûpekê berpirsyaretiya van êrişana negirtine ustiyê xwe.

Heftiya buhurî grûpa têrorîstî ya DAIŞ`ê bi ketina di nava navçeya Ebû Xureyb a Bexdayê, dil hebû ku vê navçeyê bêxe bin kontrola xwe ku bi hewldana artêşê û hêzên gelanî, ev operasiyona têrorîstî bê bandor û pûç bû.

Paytexta Iraqê di van mehên dawiyê de bûye şehedê zêdebûna êrişên têrorîstî. Ji nêzî du salan beriya niha ve, hebûna grûpa têrorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, navçeyên curbicur ên vî welatî bêewleh û nearam kirine.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu