ÎranNûçeRojhilatanavin

Şermezarkirina liv û tevgerên hin alîyan li Jênêvê jibo pejirandina daxûyanîya dijî Îranê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Raberkirina pêşnivîsa daxûyanîya mafên mirovan a dijî Îranê, tu têkilîyek bi serdana vê dawîyê ya serokwezîrê Swêdê bo Têhranê re tineye.

 

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro danê êvarê herwiha got: Mixabin ji ber şert û merc û atmosfera nerênî ya ku dijî Îranê jibo pêkanîna pêla tirsandina ji Îranê hatîye birêxistinê, ji nêzî 7 salan berî niha va bi rêvebirîya Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst û bi hevrêtîya hejmarek welatên rojavayî li Konseya Mafên Mirovan a NY li Jênêvê, her sal bi pêngaveke hevpar, alîyên hanê pêşnivîsa daxûyanîyekê li dijî Îranê hilêdixin ku Swêd yek ji wan welatan e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Li gorî pêşnivîsa daxûyanîya ku hatîye raberkirinê, Konseya Mafên Mirovan a NY her sal dema erkdarîya raporterê xwe yê taybet li bara hilkolandina rewşa mafên mirovan li Îranê dirêj dike.

Qasimî herwiha got: Kiryara hemî welatên ku daxûyanîya li dijî Îranê raber kirine, şermezar dike û li gorî sîyaseta isûlî ya xwe ser vê bawerê ye ku kiryarên bi vî rengî, dûrî dadmendîyê, çewt û berovajî rastîyên Îranê ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li dawîyê pêkutî kir: Liv û tevgerên bi vî rengî li halekî pêk tên ku gellek welat bi sanahî çavên xwe ser kuştina gelên bêguneh ên Iraq, Sûrîye û Yemenê û cinayetên piştgirên navçeyî yên komên têrorîst girêdidin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu