FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Seroka parlemana Sûriyê: Hewildana Îranê ji bo wêdadayîna pirsgirêkên cîhana îslamê binirx e

Seroka parlemana Sûriyê got: Hewildana Komara Îslamî ya Îranê ji bo çareserkirna pirsgirêkên cîhana Îslamê û bi taybet mijara Filsitînê binirx e.

Hediye Ebbas seroka parlemana Sûriyê roja çarşemiyê li hevdîtina digel Hisên Emîrevdillahiyan destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya Îslamî ya Îranê li karên navneteweyî li Şamê destnîşan kir: Serketinên gel û artêşa Sûriyê bêyî piştgiriyên giştalî yên Komara Îslamî ya Îranê nepêkan bû.

Seroka parlimana Sûriyê got: Civîna Astaneya paytexta Qezaqistanê dawîn mînakla piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Sûriyê li warê şerê dijî têrorîsmê ye.

Husên Emîrevdillahiyan destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li karên navneteweyî bi gotina viya ku Sûriye hem di beşa meydanên şêrr û hem jî di warê siyasetê da destkeftên mezin bi dest xistine, got ku ev welata li warê aborî jî tevî hebûna gellek pirsgirêkan bi tevdîr tevgeriyaye û pêşeroj bi hetim ya Sûriyê ye.

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li karên navneteweyî her wiha got: Biryara zûtirkê konfêranseke navneteweyî bi nîşana piştgiriya ji întifazeya Filsitînê li Îranê were lidarxistin ku armanca herî girîng a vê konfêransê ev e ku dewsa şer û pevçûna li nav welatên îslamî hemî bala xwe bidin ser Qudsê.

Emîrevdillahiyan got: Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî pêgiriyê dike ku mijara Filsitînê gere wek mijara sereke ya cîhana îslamê be.

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî berî sefera xwe bo Sûriyê çû Bêyrûtê û digel berpirsên cûrbicûr ên Libnanê li bara peywendiyên duyalî û guhertinên navçeyî gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu