IraqNûçeRojhilatanavin

10 otomobîlên bombekirî hatin teqandin: 65 kuştî

Heşda Şeibî ragihand, di berdewamiya operasyona Mûsilê de, ew li ser pêşveçûnên xwe berdewamin û tenê di heyama 3 rojên bihorî de 10 gund ji detsê DAIŞê derxistine.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê ji aliyê hêzên iraqî ve berdewame. Heşda Şeibî ya Iraqê jî derbarê pêşveçûnên xwe yên di çarçoveya operasyona Mûsilê de, daxuyaniyek belav kir û tê de hûrhiliyên pêşveçûnên xwe li Mêhwera Rojavayê Mûsilê aşkere kir.

Li gorî wê daxuyaniyê, tenê di heyama 3 rojên bihorî de, hêzên ser bi Heşda Şeibî ve li Mêhwera Rojavayê Mûsilê 10 gund ji destê DAIŞê derxistine û xistine bin kontrola xwe.

Heşda Şeibî navê wan gundan jî wiha belav kiriye: “Tel Esgei, Ebû Senamî Bakur, Şowêre, Rîziye, Tel Xezal, Telmîdan Qolî, Om Şenabît, Eşwah, Husên Cuma û Xuwêtle.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku hêzên girêdayî Heşda Şeibî rêya sereke ya navbera navçeya Tilefer û bajarokê Tel Ebte kontrol kirine û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku bi kontrolkirina wê rêyê, hêla gihandina alîkariyên locêstîkî yên DAIŞê ji Tileferê be bi eniyên başûr ve hat qutkirin.

Heşda Şeibî ew yek jî ragihandiye, ku di wê heyamê de zêdetirî 700 kes jî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û pêwîstiyên xwarin û cihê hewandinê ji wna re hatiye dabînkirin.

Daxuyaniyê amaje bi zirarên DAIŞê yên di heyama wan 3 rojên operasyona Heşda Şeibî de dike û li ser wê yekê tê gotin: “Zêdetirî 65 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 10 otomobîlên bombekirî hatin teqandin û dest bi ser embareke mezin a çek û teqemeniyên DAIŞê de hat girtin, ku DAIŞê ji bo çêkirina otomobîlên bombekirî û bombeyên çandî bi kar anîne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu