FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna awarte ya komîteya Filistînê ya Yekitiya navparlemanî ya welatên Îslamî li Têhranê destpê bû

Civîna awarte ya komîteya Filistînî ya Yekitiya navparlemanî ya welatên Îslamî îro li Têhranê xebata xwe destpê kir.

 Li gorî rapora ajansa meclisê, Elî Larîcanî, serokê dewreyê yê Yekitiya  navparlemanî ya welatên Îslamî û Mehmûd Erol Qilîç, sekreterê giştî yê Yekitiya nav parlemanî ya welatên  Îslamî ji axvînerên  vê civînê ne.

Nûnerên  parlemanê yên 22 welatên endamê Yekitiya navparlemanî ya welatên  Îslamî li vê civîna yek rojî biryar e ser îbtalkirina  biryara serokkomarê Emerîkayê li bara Qudsê teqez bikin û li bara pêwîstiya  rawestana li ber gotûbêjê bikin.

Nûnerên  parlemanê yên 22 welatên endamê Yekitiya navparlemanî ya welatên  Îslamî, her wiha  li bara rêçareyên  rewşa bi krîz a Filistînê ji bo kutakirina  cinayetên  Rejîma Siyonîstî  gotûbêjê bikin.

Endamên komîteya Filistînê ya Yekitiya nav parlemanî ya welatên Îslamî  ser pêwîstiya  piştgiriya ji hewldana  ji bo bidestxistina  mafê vegeryana  Filistîniyan jî teqez bikin.

Daxûyaniya  dawiyê ya vê civînê dê êvara duşemiyê  were xwendin.

Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, 6 kanûna 2017an  tevî dijberiyên  berfireh ên anvçeyî û cîhanî, Quds wek paytexta  Rejîma  Siyonîst da nasandin, Wezareta karên derve ya  Emerîakyê jî 14 Gulana 2018an  weke dema  guhsetina  balyozxana  vî welatî ji Telavîvê bo qudsê raghand.

Başa dön tuşu