ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Serokê desteya NY li civîna Astanê, bi rêya telefonê ligel alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li bara alozîya Sûrîyê qise kir

Remzî Izedîn Remzî, alîkarê nunerê taybet ê sêkrêtêrê giştî yê NY li karên Sûrîyê ku serokatîya desteya vê sazîyê li civîna Astanê dike, şeva buhurî li gotûbêja têlêfonî ligel Hisên Cabirî Ensarî, alîkarê beşa erebî û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê li bara muzakirên aştîya Sûrîyê rawêjkarî kir.

Civîna aştîyê ya Sûrîyê biryar e ku rojên 23 û 24`ê Çilê li bajarê Astane paytexta Qazaqistanê di bin çavdêrîya Rûsîya, Tirkîya û Îranê da were lidarxistinê.

Armanca vê civînê, gotûbêja alîyên sûrî ango nunerên dewleta Sûrîyê û neyarên wê jibo dabînkirina amadekarîyên çareserkirina sîyasî ya qeyrana vî welatî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu