FilistînNûçeRojhilatanavin

Sekinîna rêberê mezin ê Inqilabê ser dewama xebatên curbicur ên dijî Rejîma Siyonîstî

Rêberê Mezin ê Inqilaba îslamî ya Îranê li peyama xwe ya ji bo civîna dudyan a cîhanî ya alimên berxwedana Lubnanê destnîşan kir: Ji wan kesên ku li xebata pircurî ya li dij Rejîma Siyonîstî xwe wezîfedar dibînin dixwazim ku vê wezîfeyê bi cidî berdewam bikin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî Rêberê mezin ê Inqilaba îslamî li peyama xwe ya ji bo Şêx Mahir Hemûd serokê yeketiya cîhanî ya alimên berxwedanê li Lubnanê destnîşan kir: Berpirsyariya giran û jibîrnebûyî ya (piştgiriya ji) Filistînê li ser milê hemû cîhana îslamê da ye.

Rêberê Mezin ê Înqilaba îslamî ya Îranê destnîşan kir; Bê şik para mezin û giran a vê berpirsyariyê li ser milê alim, zana, ruhanî, siyasetmedar û berpirsên welatên îslamî de ye û eva xebateke pîroz û mayende ye.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî destnîşan kir: Soza îlahî, serketina rastîn li vê berxwedanê ye û kongereya we ya îro pişkek ji vê bizava giştî û mezin e.

Civîna dudyan a cîhanî ya alimên berxwedana Lubnanê li rojên yek û duyê Mijdarê li Beyrûtê paytexta Lubnanê birê dikeve û mijara sereke ya vê civînê jî Filistîn e.

Şêx Mahir Hemûd serokê yeketiya cîhanî ya alimên berxwedanê li Lubnanê ragihand ku hedefa vê civînê eva ye ku careke din em bi bîr bînin ku mesela Filistînê mesela herî girîng a cîhana Îslamê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu