IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Iraqê Pira Huriye ya li rojavayê Mûsilê xist bin kontrola xwe

Berpirsekî leşkerên artêşa Iraqê îro ji bo Reutersê diyar kir ku hêzên Iraqê û hêzên bersivdayinê ji bo kontrolkirina deverên girêdayî rojavayê Mûsilê operasyonên xwe berdewam dikin û got di vê çarçoveyê de wan Pira Huriye ya li rojavayê Mûsilê kontrol kirine.

Her wiha Fermandariya Operasyonên Neynowayê jî duh ragihand ku hêzên Iraqê heta nava 4 taxên Mûsilê çûne û pêşveçûna xwe didomînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu