ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Komara Islamî ya Îranê got ku Besîc (seferberî, amadebûna hertimî) roja îro jibo gellek misilmanan li welatên curbicur bûye mînak

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li civîna ligel desteya wezîran herwiha got: Mînaka besicê li Libnan, Iraq, Sûrîye, Yemen, Efganistanê û hemî welatên islamî ku tûşî qeyranê bûne, bûye mînakek zef kêrhatî jibo sekinîna li hemberî xeterê û parastina welatê wan.

Hesen Rûhanî tevî rêzgiritna li Hefteya Besîcê pêkutî kir ku delweta Îranê piştgirîya ji Besîcê, hêzên çekdar û parastin  û xurtkirina tifaqa netewî erka xwe dizane û di vê rîyê da ya ji dêstî were yê bike.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Besîc bi wateya mnaka tifaqa netewî wesif kir û got ku bi saya seferberîya bi milyonan kesî tu welatek nawêre komployê li dijî gelê Îranê bike û heke şaşitîyê jî bikin yê bersiveke qahîm û vebirr ji gelê Îranê wergire.

25`ê Mijdarê salroja damezirandina Besîca Mustezefanê ye lewma 19 heta 25`ê Mijdarê li Îranê wekî Hefteya Besîcê hatîye binavkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu