AborîCîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

IMF hişyarî da ku abora cîhanê di sala 2019an da dê tûşî mezinbûneka kêm were

Seroka Sandiqa navneteweyî ya Dirêv (IMF) hişyarî da ku abora cîhanê di sala 2019an da dê tûşî mezinbûneka kêm were.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seroka Sandiqa navneteweyî ya Dirêv (IMF), Kirîstiyen Lagardê  ji hokarên paşketina abora cîhanê di sala 2019an kêşeyên ticarî navbera waşîngton û Pêkenê her wiha zêdebûna asta sûdê li Amerîkayê da zanîn.

Sandiqa navneteweyî ya Dirêv (IMF) pêşbîniya xwe jibo mezinbşûna abora cîhanê di sala 2019an da ji sedî 3.7î ku Cotmehê pêşbînî kiribû anî xwarê û kir sedî 3.5ê.

Lagardê ji dewleta xwest ku ziyanên aborî nas bikin û çareseriyê bikin da ku eger pêşketina aborê hêdî bû, amadetiya wan hebe.

Donald Trumpê serokomarê Amrîkayê siyaseteka dijwar li hemberî Çînê meşandiye û bi awayê cûrbicûr Pêken xistiye bin zextan.

Trump bi armanca siouyasetên piştgiriyê bi sepandina tarifên nû yên ticarî, di pratîkê da şerekî aborî dijî Çînê dest pê kiriye.

Vê babetê ne tenê saziyên navneteweyî weke  Sandiqa navneteweyî ya Dirêv (IMF) dilgiran kirine, belkî hevpeymanên ewropî yên Waşîngtonê jî derbarê vê yekê hişyarî dane û ragihandine ku kêşeya ticarî navbera Amerîka û Çînê dikare bibe sebeba destpêbûna şerekî sar.

Başa dön tuşu