ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê diyar kir: Emerîka hokara sereke ya sepandina qeyranê ser gelê Sûriyê bûye û îmkanên hevpeymanên xwe yên navçeyî û ewrûpî li vî warî da bi kar aniye

Elaedîn Brucerdî serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li gotûbêja  tev ajansa nûçeyan a meclisê tevî ravekirina gotûbêja  vîdyokonferansa xwe tev  Konstantîn  Kosaçev, serokê komîta  karûbarên navneteweyî ya Konseya  Federasyona  Rûsiyê, got: Mijara van muzakiran piştrastkirina  prensîpên  siyasetên her du welatan li warê piştgiriya ji dewleta Sûriyê bû.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Emerîkayê piştî ku li Efxansitan û Iraqê işkest xawr; Bi saya şerê cîgirtiyê bi hezaran terorîstên çekdar perwerde kirin û şandine  Sûriyê û ev qeyrana  ser Sûriyê wek welatê  ku pêşengê berxwedanê bû, hat sepandinê.

Wî bal kişand ser şaşitiya Emerîkayê û hevpeymanên  wê li bara qeyrana  Sûriyê û diyar kir: Tevna siyasî ya Sûriye naguhere û divê welatên dostê Sûriyê piştgiriyê bidine vê nijyarê.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha  bal kişand ser vê yekê ku  têkçûna grûpa terorîst a DAIŞê tevî piştgiriyên  Rejîma Siyonîstî eşkere bûye û pêgirî kir: Piştgiriya  Îranê ji pêvajoya  muzakirên siyasî, di pratîkê de  bi hizûra Îran, Rûsiye û Tirkiyê li civîna  Moskowayê destpê bû û Îran bi awayekî cidî ser vê bawerê ye ku qeyrana siyasî divê ji riya muzakirên siyasî va bê çareserkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu