NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokê Meclisa Sûriyê: Sûriye û Îran di bereyekê da ne

Serokê Meclisa Sûriyê got: Sûriye û Îran bona sekinîna li hember terorîsma ku Amerîka û Hevgirtiyên wê pişta wê digirin, di bereyekê da ne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hemûde Sebax, pêncşemiyê bi şev li hevdîtina bi Ehmed Salik, cîgirê serokê koma dostiya parlimanî ya îran û Sûriyê, li Şamê destnîşan kir: Şam û Têhran bona jinavbirina terorîsmê û dabînklirina aştiya li navçê hewl didin.

Serokê Meclisa Sûriyê, qedrê piştgîrî û berxwedana Komara Îslamiya Îranê li rex gel û dewleta Sûriyê li şerrê dijî terorîsmê  girt û got: Ewlewiyeta Şamê a niha paqijkirina hemî axa Sûriyê ji terorîsmê û berfirehkirina aştiya neteweyî û jinûveavakirina vî welatî ye.

Hemûde Sebax, herwiha gefxwerina li Îranê ji aliyê Amerîkayê ve û xwetêkilkirina vî welatî li karûbarên navxweyî yên Komara îslamiya Îranê, şermezar kir û destnîşan kir ku Amerîka anegorî pîvanan, di çarçoveya berjewendiyên Rejîma Dagîrkerê Qudsê tev digere.

Serokê Meclisa Sûriyê herwiha got: Piştgîriya Amerîkayê ji aloziyên li Îranê mijareka ecêb nebû ji ber ku Waşîngton hîn bûye ku xwe têkilî karûbarên navxweyî yên welatan bike û qanûnên navneteweyî binpê bike.

Ehmed Salik, jî li vê hevdîtinê, destnîşan kir: Amerîka û Rejîma Siyonîst li aloziyên vê dawiyê yên li Îranê, li dû derbelêdana li Komara îslamiya Îranê bûn lê gelê mezin ê îranê ev fitne wemirandin.

Cîgirê serokê koma dostiya parlimanî ya Îran û Sûriyê, herwiha li ser girîngiya sekinîna li hember terorîsmê û ramanên wehabî û tekfîrî yên ku Amerîka pişta wan digire, ji rêya agehdrkirin û hişyarkirina civakê pêgîrî kir û got: Komara îslamiya îranê wê piştgîriya ji dewlet û gelê Sûriyê li sekinîna li hember terorîsmê berdewam bike.

Ehmed Salik, herwiha got, Komara Îslamiya Îranê li qonaxa jinûveavakirina Sûriyê jî wek qonaxa şerrê dijî terorîsmê, wê li rex dewlet û gelê Sûriyê be.

Başa dön tuşu