FilistînNûçeRojhilatanavin

Şehîdbûna 47 xwendevan û du mamosteyên medresê yên filistînî li sala 2018

Wezîrê Perwerde û Fêrkariyê yê Filistînê ragihand ku li sala 2018, li zîvala Xezê û qiraxa rojava Çemê Urdinê 47 xwendevan û du mamosteyên medresê yên filistînî bi gulla artêşa Siyonîstî şehîd bûne.

Îro Navenda Ragihandinê ya Filistînê diyar kir:Wezîrê Perwerde û Fêrkariyê yê Filistînê Sebrî Seydem got: sala 2018 li zîvala Xezê û qiraxa rojava Çemê Urdinê 47 xwendevan û du mamosteyên medresê yên filistînî bi gulla artêşa Siyonîstî şehîd bûne û zêde ji 3 hezar xwendevan û mamoste jî birîndar bûne ku 17 kesên wan li zîvala Xezê endamên bedena xwe ji dest dane.

Li gor vê raporê leşkerên Rejîma Siyonîstî 299 xwendevan û 30 mamosteyên filistînî jî girtine û xistine hewsê.

Berî viya Taxima Neteweyî ya Hêsîr û Şehîdên Filistînî li raporeke xwe de diyar kiribû ku leşkerên siyonîst li sala 2018 zêde ji 271 filistînî li zîvala Xezê û 42 filistînî jî li Qiraxa Rojava Çemê Urdinê  şehîd kirin ku 6 ji wan jin û 57 jî zarok in .

Başa dön tuşu