AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Navenda Neteweyî ya Ferşên Îranê got: Di yanzdeh mehên buhurî da bi bihaya zêde ji 320 mîlyon dolarî ferş jibo derveyî welêt hatiye firotin

Hemîd Karger, serokê Navenda Neteweyî ya Ferşên Îranê li ser pêwîstiya zêdekirina derfirotina ferşên îranî sekinî û got: Di yanzdeh mehên derbasbûyî de zêde ji pênc hezar û 243 ton ferşên bidestçêkirî yên îranî bi bihaya zêde ji 320 mîlyon dolarî bo bazarên mesrefê hatine şandin û ji wan bi bihaya zêde ji 80 mîlyon dolarî bo Amerîkayê hatiye şandin.

Karger bal kişand ser vê yekê ku Îran di serê welatên berhemhînerên ferşên bidestçêkirî li cîhanê ye û got: Welatên Hindûstan, Pakistan, Tirkiye, Efxanistan, Nipal û Çîn jî berhemhînerên herî sereke yên ferşên bidestçêkirî li cîhanê ne.

Ferşên bidestçêkirî yên îranî ji ber pirrcuriya rengan, kualîte û cureya gilleyên ku li vehûnana wan bi kar hatine, wekî berhemên binirx tên nasîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu