ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Iraqê ji bo Ayetûllah Refsencanî sersaxî xwest

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Iraqê Yûsif Mihemmed Sadiq ji bo koça dawî ya Serokê Encumena Diyarkirin a Berjewendiyên Îranê Ayetûllah Haşîm Refsencanî peyameke sersaxiyê ji Serokê Meclîsa Şûra ya Îslamî Alî Laricanî re şand.

Hat ragihandin ku Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemmed Sadiq ji bo koça dawî ya ya Serokê Encumena Diyarkirin a Berjewendiyên Îranê Ayetûllah Haşîm Refsencanî peyameke sersaxiyê ji Serokê Meclîsa Şûra ya Îsalmî ya Îranê Alî Laricanî re şand.

Yûsif Mihemmed di peyama xwe de diyar kir ku wan bi xemgînî agahiya koça dawî ya Ayetûllah Haşîm Refsencanî bihistiye û got Refsencanî di warê reformên siyasî û olî yên Îranê de xwediyê rolekî mezin bû. Yûsif Mihemmed her wiha di peyama xwe de ji bo xizm û malbata Refsencanî û endamên Meclîsa Şûra ya Îsalmî sersaxî xwest. Serokomarê berê yê Îranê û Serokê Konseya Teşhîs a Mesleheta Pergalê Ayetûllah Haşîm Rafsancanî duh di encama derbaskirina krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû. Rafsancanî piştî Şoreşa Îranê di navbera salên 1989-97’an de serokomariya Îranê kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu