CîhanNûçeRojhilatanavinYemen

Serokê Rêxistina îstixbarata eskerî ya xayînê Yemenê hat kuştin

Çavkaniyên yemenî li bara kuştina serokê Rêxistina Îstixbarata dewleta Ebd Rebe Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê ji ber giranbûna birînan li encama êrişa mûşekî ya vê dawiyê ya hêzên gelanî yên Yemenê ser meqera El-Indê agahî dan.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Tesnîm News`ê, û ji zarê El-Mesîre, li gorî gotina van çavkaniyan, Muhemed Temah serokê Rêxistina  Îstixbarata dewleta îstifakirî ya Yemenê li operasyona  mûşekî ya vê dawiyê ya  artêşa Yemenê ser meqera hewayî ya El-Indê bi tundî birîndar bibû ku nûça mirina wî îro hat raghandin.

Artêş û komîteyên  gelan yên Yemenê siba pêncşemiyê cihê rijeya eskerî li meqera El-Indê li parêzgeha  Lehecê li başûrê Yemneê dan ber êrişan ku li encama wê hejmareke zêde ji kirêgirtî û serkirdên wan hatin kuştin û birîndar bûn.

Başa dön tuşu