IraqNûçeRojhilatanavin

Arteşa Iraqê li Mûsilê êrîşê terorîstan kir: 30 kuşti

Hat ragihandin ku artêşa Iraqê li çoltera Mûsilê şikevta ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê têde bûn bombebaran kir. Di bombebaranê de 30 milîtan hatin kuştin. Fermandarê yêkîneya 20emîn a artêşa Iraqê Ebbas Ebdulmunîm di axaftina xwe de ragihand ku artêşa Iraqê li ser agahiyeke îstîxbaratî li bajarokê Beacê ku dikeve rojavayê Mûsilê şikevteke milîtanên DAIŞê tespît kir.

Ebbas Ebdulmunîm di berdewamiya axaftina xwe de got: “Şikevta ku milîtanên DAIŞê têde bûn bi elketrîk, av û navgînên veguhestinê hatibû arastekirin. Hêzên ewlehî şikevt bi bombebaranê hilweşand.”

Ebdulmunîm di dirêjiya axaftina axaftina xwe de got: “Hemû milîtanên şikevtê hatin kuştin. Piştî bombebarana hêzên ewlehî di nava şikevtê de dengê çend teqînan hat. Ev jî dide nişandan ku di nava şikevtê de teqemenî, cebilxane û sotemenî heye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu