EfrîqaNûçe

Serokê Zimbabveyê henekên xwe bi îdiayên di derbarê tenduristiya xwe de kir

Serokê Dewleta Zîmbabveyê Mugabe henekên xwe bi nûçeyên di derbarê tebduristiya xwe de kir û got “ez mirim lê wek her carê bijîşkan ez şûnde anîm.”

Malpera The Southern Daily çûna Robert Mugabe ya ji ber ‘sedemek malbatî’ ya ji bo Dubaiyê şîrove kiribû ku rewşa tenduristî ya Mugabe yê ku ji sala 1980yî heta niha desthilatdar e, berbê xerbûnê ve diçe. Malperê îdia kiribû Mugabe felç bûye û diyar kiribû ku Emmerson Mnangagwa yê Cîgirê Serok bûye serokê demkî yê Zimbabveyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu