IraqNûçeRojhilatanavin

Têkbirina tûnêla herî mezin a DAIŞê li Mûsila Iraqê

Hêzên artêşa Iraqê li dewama operasyona xwe li dijî terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê, karîn tûnêla herî mzein a DAIŞê li bakurê vê navçê têk bibin.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya malpera El-Yewm El-Sabê ya Misrê,  terorîstan  ev tûnêla  ku têde hemî îmkanatên wek elekterîkê hebû wek sitargeh jibo guhestina çek û sîlehan û revînê dema êrişa hêzên iraqî ser navçên bin kontrola wan bikar dianîn.

Hêzên îstixbarata eskerî yên Iraqê jî karîn  şeş kargehên terorîstên DAIŞê yên çêkirina bombeyan keşf bikin û zevt bikin .

Ev kargeh ku li navça Kokceliyê li rojhilata Mûsilê hatibû çêkirin,  bi sedan  bombe û hawan û madên teqînê diger ber xwe ku endamên DAIŞê dil hebûn wê jibo êrişa ser awareyan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê bikar bînin .

Di eynî demê de Eqîl El- Xezelî berpirsê wezareta karên hundir a Iraqê diyar kir piştî kuştin û birîndarbûna  hejmarej ji endamên DAIŞê û her wiha  revîn û girtina  bi sedan kes ji wan li du salên buhurî hêzên DAIŞê daketiye 6 hezar kesî.

Hêzên iraqî niha hewl didin bajarê Mûsilê li parêzgeha Neynewayê azad bikin. Ev bajêra  navenda sereke ya DAIŞê li Iraqê ye. Operasyona  azadkirina  parêzgeha Neynewayê ji lepên DAIŞê ji 17 Cotmeha îsal ve destpê bûye.

Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, li teqîna bombeyê li bakurê Bexdayê kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Ev bombeya  nêzîkî çend  yekeyên  ticarî li navça  El-Şêx Hemdê teqiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu