ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê got: Îranê şîyana bikaranîna têknolojîya mûşekên ku bi şaşitîya kêmtir ji 10 mêtran li armancê dikevin heye

Serdar serleşker Mihemed Baqirî serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê îro li nîşangeha destkevtên leşkerî û berevanîyê ya bibîranîna Welfecr-8`î li Ervendkinarê li başûra rojavaya Îranê herwiha got: Mûşekên bi şîyana lêketina li 10 mêtrîya armancê, mînakek ji wan çek û rextan e ku tîknolojîya wan li dinyayê di destê kêm welatan da heye û Îran roja îro dikare van çek û rextan berhem bîne û bikar bîne.

Serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê got: Alavên leşkerî li vê nîşangehê bi saya têknolojîya îranî hatine çêkirinê û cehan giheştîye vê encamê ku bawerîya “ em dikarin“ li ciwanên zanyar ên îranî di hemî waran da pêk hatîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu