AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Tekîda wezîrê karên derve yê Îranê û Qezaqistanê ser berfirehkirina hevkariyên navbera du welatan

Wezîrê karên derve yê Îranê û Qezaqistanê ser berfirehkirina hevkariyên navbera du welatan sekinîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku bona pişkdariya li civîna wezîrên karên derve yên pênc welatên dorhêla behra Kaspiyanê (Xezerê) seredana Qezaqistanê kiriye, li hevdîtina tev Erlan Edrîsov wezîrê karên derve yê vî welatî daxwaza berfirehkirina hevkariyên konsûlî û hêsankariyên hatûçûnê kir.

Zerîf bal kişande ser amadebûna Îranê bona berfirehkirina hevkariyên tev Qezaqistanê û hêviya xwe bona bi xêr û feydebûna gotûbêjên civîna welatên dorhêla behra Kaspiyanê, herwisa salvegera 25-an a serxwebûna Qezaqistanê û endambûna vî welatî li Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî li dewlet û gelê vî welatî pîroz kir.

Erlan Edrîsov wezîrê karên derve yê Qezaqistanê jî bal kişande ser peywendiyên başe di navbera Têhran-Astanê û got: Pêwîst e ku peywendiyên navbera Îran û Qezaqistanê her roj berfirehtir bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu